SÊWAZ - Bazara ajelan ji ber nexweşiyê hatibû girtin: Dîsa hat vekirin

20-01-2024
RÛDAW
Nîşan Şarqişla Sêwaz Bazara Ajelan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şarqişlayê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê bazara kirîn û firotina ajelan ku ji ber nexweşiya tebeqê (şap) hatibû girtin careke din hat vekirin.

Li navçeya Şarqişlayê ya Sêwazê bazara kirîn û firotina ajelan ji ber nexweşiyê 15ê Kanûna Pêşîna 2023yan hatibû girtin.

Piştî zêdetirî mehekê bi biryara Komîsyona Berpirsên Tenduristiya Ajelan careke din hat vekirin.

Li bazarê rênmayiyên paqijiyê hatine bicihkirin û tedbîrên pêwîst hatine girtin.

Welatiyên parêzgehên derdorê jî ji vê yekê kêfxweş in ku dê karibin ajelan bikirin û bifroşin.

Ji bo parastina bazarên ajelan ji nexweşiyê û rêgirtin li belavbûna nexweşiyê sala borî 2 caran bazarên ajelan ên parêzgehê hatibûn girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst