Li Sêwazê qeza: 6 birîndar

24-06-2024
Nîşan Sêwaz Enqere Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Norxanê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek ji rê derket û wergeriya.

Di vê qezayê de 6 kes birîndar bûn ku birînên yekî ji wan xedar in.

Qezayê li ser rêya Sêwaz û Enqereyê rû da.

Otomobîla ku D.S. diajot ji rê derket û wergeriya û kesên bi navên U.M.S, A.S, B.S, C.K. û Î.S. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên li navenda Sêwazê.

Hat zanîn ku rewşa C.K. giran e û metirsiya wî ya canî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst