Şirnex - 3 kes bi hinceta 'endamtiya rêxistinê' hatin girtin

21-02-2025
RÛDAW
Nîşan Şirnex PKK Desteserkirin Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê sê kesên ku bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatibûn desteserkirin, bi biryara dadgehê hatin girtin.

Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyê li taxa Konakê ya navçeya Cîzîrê ya Şirnexê di operasyonekê de bi ser çend malan de girtin.

Di encamê de 3 welatiyên bi navên Murat Başkurt, Murat Yaşar û Engîn Beydemîr hatin destserkirin.

Piştî karûbarên îfadeyê yên li birêvebiriya Ewlehiyê welatiyên desteserkirî şandin dadgehê.

Dadgehê bi hinceta "endamtiya rêxistinê" bi biryar da ku her sê welatî bên girtin.

Hêzên Ewlekariyê yên Tirkiyeyê çend rojên borî bi hincetên cuda operasyonên xwe yên li dijî siyasetmedar û endamên DEM Partiyê zêde kirine.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya 18ê Sibata 2025an ragihand ku li 51 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 282 kes bi “hinceta endamtî û alîkariya PKKyê” hatine desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst