Stûnên elektrîkê li Hesekê hatin dizîn

19-08-2023
RÛDAW
Nîşan Heseke Stûnên Elektrîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera Tebqa û Hesekê de 45 stûnên elektrîkê hatine dizîn.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku dizîn û têkdana stûnên elektirîkê li başûrê Hesekê berdewam dike.

Azad Silêman ku rêveberekî ofîsa enerjiyê ye li Cizîrê got, parçeyên hesin ên 45 stûnên elektirîkê yên di navbera Tebqa û Hesekê de hatine dizîn.

Bi gotina Azad Silêman ji ber wê yekê her bayek rabe dê ew stûn bikevin û gelek bajarên Cizîra Rojavayê Kurdistanê bê elektirîk bimînin.

Doh ji ber ba li Şedadê 14 stûnên elektirîkê ketin û ji ber wê yekê jî elektirîka hinek navçeyên Cizîrê qut bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst