Alîkarê Erdogan: Pêwîstiya Amedê bi xizmetê heye

19-08-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Cevdet Yilmaz Hilbijartinên Herêmî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz got “Dibe ku di hilbijartinên herêmî yên bê de, Amed encamên ku gelek derdoran matmayî bihêle derxe holê.”

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz çû serdana parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê. 

Cevdet Yilmaz diyar kir ku Amed ji bo bazirganî, aborî û pêşketinê xwedî potansiyeleke mezin e.

"Amed tekez ne bajarek e ku hejar be"

Yilmaz got “Xwedê her cûre nîmet daye Amedê. Deşt bêjin deşt, potansiyela çandiniyê, eger hûn bibêjin bazirganî cihê wê li ser rêyên bazirganiyê ye. Nifûsa ciwan, potansiyela pîşesaziyê, hûn li çi bigerin heye. Amed tekez ne bajarek e ku hejar be.”

Yilmaz bal kişand ser wê yekê ku ji ber hinek sedeman Amedê ev potensiyel bi dest nexistiye û got “

Înşellah em ê bi tûrîzm, bazirganî, pîşesazî, çandinî, veberhênan, hilberînê di her warî de Amedeke pir cuda ava bikin. Înşellah sedsala Tirkiyeyê di heman demê de dê bibe sedsala Amedê.”

“Pêwîstiya Amedê bi xizmetê heye ne bi berberiya îdeolojîk”

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku AK Partiyê astengiyên li pêşiya nasname û baweriya rakirine û Tirkiyeyê gihandiye cihekî cuda.

Yilmaz amaje bi wê yekê kir ku berê nediwêribûn hinek peywan bilêv bikin lê niha bi asanî tên niqaşkirin û ev yek jî bi tena serê xwe çênebûye, bi têkoşînên birîsk çêbûne û wiha axivî:

“Lewma pêwîste em vê ji welatiyên xwe re bibêjin. Divê em rê nedin hin derdorên îdeolojîk di mejiyê welatiyên me de têgihiştinên ji rastiyê qutbûyî biafirînin. Ev erka me hemûyan e, erka teşkîlatê ye.

Gava me ev kir, dibe ku di hilbijartinên herêmî yên bê de, Diyarbekir encamên ku gelek derdoran matmayî bihêle derxe holê.

Pêwîstiya Amedê bi xizmetê heye ne bi berberiya îdeolojîk, pevçûnan. Pêwîstiya wê pê heye ku ciwanên xwe ji bo pêşerojê amade bike.

Du cureyên şaredariyê hene. Yek ji wan ên ku şaredariyê ji bo xizmeta gel bikin şaredariyê dikin, ya din yên ku şaredariyê weke amûrekê, ji bo armancên din dibînin ên şexsî û îdeolojîk.

Kesên ku şaredariyê ji bo navûdengê xwe, îtîbar an îdeolojiya xwe bi kar tînin hene. Yên ku ji bo rêxistina ku ew endamên wê ne bi kar tînin hene.”

“Em dê di hilbijartinên herêmî de bi hev re serkeftineke cuda bi dest bixin”

Yilmaz got ku AK Partî şaredariyê ji bo xizmeta gel bi kar tîne û wiha berdewam kir:

“Hûn li metropolan dibînin, hinek şaredar ji bilî şaredariyê her tiştî dikin. Çavên wan li cihekî din e.

Hewl didin şaredariyê weke amûrekê bi kar bînin. Ji ber vê yekê şaredariyeke jidil, rasteqîn di xizmeta gel de nabe. Dibe şaredariyeke din.

Înşellah em dê di hilbijartinên herêmî yên bê de, bi şaredariyeke jidil û şaredariyeke xizmetguzarî, beşeke pir berfireh a gelê xwe bînin cem hev.

Rêveberiyên herêmî pir girîng in. Şaredarî ji bo rehetî û aramiya gel, geşedana aboriyê, pêşketina herêmî û demokrasiyê gelekî bi qîmet in.

Înşellah weke AK Partiyê li Amedê, li hemû parêzgehên xwe em ê di hilbijartinên herêmî de bi hev re serkeftineke cuda bi dest bixin. Rêya vê jî diyar e.

Em dê zêdetir bixebitin, zêdetir hewl bidin. Em ê zêdetir bi gelê xwe re rû bi rû bimînin. Em ê bi esnaf, rayedar, jin, ciwan û hemû beşên civakê re bên cem hev.

Dema ku teşkîlat xwedî li wê derkeve, wê encamên pir cuda derkevin holê. Em ê bi hemû hêza xwe li gel we bin.

Em ê bi hev re Amed û welatê xwe bigihînin paşerojeke xweştir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst