Girtiyê nexweş Bazo Yilmaz di girtîgehê de canê xwe ji dest da

19-08-2022
RÛDAW
Nîşan Bazo Yilmaz Girtiyên Nexweş Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê nexweş Bazo Yilmaz ê 67 salî di 2emîn Girtîgeha Tîpa T ya Riha ya Bakurê Kurdistanê de canê xwe ji dest da.

Parlamenterê HDPê Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi peyamekê ragihand ku girtiyê nexweş Bazo Yilmaz ê 67 salî şeva borî 18ê Tebaxa 2022an li 2emîn Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê canê xwe ji dest daye û dibêje, “Ji bo Bazo Yilmaz ê 67 salî li girtîgehê bimire hemû saziyan hevkarî kir.”

Bazo Yilmaz 8ê Sibata 2021an ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ji bo Saziya Pîzîşkî ya Edlî hatibû şandin lê bo wî raporta “dikare li girtîgehê bimîne” hatibû dayîn. Ligel ku dijî vê raportê nerazîbûna parêzerê wî çêbibû lê nehatibû qebûlkirin.

Li gor raporta pizîşkî Yilmaz bi nexweşiya pişikê ya kronîk (KOAH) ketibû û bê cîhaza oksîjenê nikaribû henasê werbigire.

Şaredarê berê yê navçeya Goganê û endamê Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê Bazo Yilmaz bi hinceta endamtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 12ê Kanûna 2016an de hatibû desteserkirin û sala 2018an bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” dadgehê 9 sal cezaya girtîgehê dabû Yilmaz.

Adara îsal Parlamentera HDPê ya Rihayê Ayşe Surucu rewşa Bazo Yilmaz û çend girtiyên din ên nexweş li Parlamentoya Tirkiyê xistibû rojevê lê derbarê vê yekê de ti gav nehatibûn avêtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst