Hewlêr (Rûdaw) - Li Amûdê ya ser bi Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ve, agir bi mala welatiyekî ket û di encamê de depoyeke sotemeniyê teqiya ku di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bûn.
Li Amûdê ya Qamişlo agir bi mala welatiyekî bi navê Abid Şemşolî ket û li gorî agahiyên destpêkê ji ber şewatê, ji malbata Şemşolî 4 kesan canê xwe ji dest dane û kesek jî birîndar bû.
Hat diyarkirin ku heta niha sedema pêketina agir nehatiye zanîn.
Piştî agahdarkirinê tîmên berevaniya şaristaniya Amûdê li cihê bûyerê amade bûn û agir kontrol kirin.
Tîmên tenduristiyê yên ku piştî agahdarkirinê çûne cihê bûyerê jî birîndar birin nexweşxaneyê û niha di bin çavdêriya pizîşkan de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse