Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurdistanê ti caran piştgiriya Fransayê ji bîr nake

19-07-2023
RÛDAW
Nîşan Fransa Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand ku “civîneke baş” bi Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê re kiriye û got, “Gelê Kurdistanê ti caran piştgiriya Fransayê ya di qonaxên cuda de ji bîr nake.”

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 19ê Temûza 2023an bi Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu re civiya. Piştî civînê Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê civîneke hevbeş a rojnamevaniyê li dar xistin.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman, “Me civîneke baş kir, me behsa şerê li dijî DAIŞê û şerê li dijî terorê û tundrewiyê kir, em her du alî li ser wê yekê hevfikr bûn ku heta niha jî DAIŞê metirsiyek e li ser ewlehî û aramiya Iraqê û navçeyê.”

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser berdewamiya hevkarî û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî û Fransayê ya ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê kir û anî ziman û got, “Ji ber berdewamiya piştgirî û dostaniya bi gelê Kurdistanê re, me spasiya Fransa kir. Gelê Kurdistanê ti caran piştgiriya Fransayê ya di qonaxên cuda de ji bîr nake.”

Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu jî ji bo pêşwaziyê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir û got, “Ev demeke taybet e ji bo cîhanê, ji ber ku gelek pirsgirêkên emnî hene ku divê em rûbirûyê wan bibin. We niha ew şîrove kirin ku di civîna me de hatibûn behskirin. Fransa di parlemantoyê de deng li ser biryarekê da ku berê tu caran hevşêweyê wê tunebûn, eger hevşêweyê wê hebûbe jî em dikarin behsa biryarên ku General De Gaulle di salên şêstan de dan ji bo hêminkirina rewşên cuda li cihên krîzan nîşan bidin.”

Sebastien Lecornu bal kişand ser belavbûna çekên atomî û anî ziman, “Tehdayên vegera rikaberiyê di navbera zilhêzan de, guhertinên keşûhewayê, tehdayên emnî li asman û deryayan û bê guman tehdayeke mezin ku ew jî tehdaya terorê ye. Ez dixwazim bibêjim ku Fransa peywendiyeke wê ya taybet bi vê herêmê re heye, peywendiyeke dostane û hestiyarî ye lê mixabin peywendiyeke tevî zehmetiyan e jî.”

Sebastien Lecornu her wiha diyar kir, “Bê guman ewlehiya Kurdistana Iraqê ewlehiya welatiyên Fransayê ye jî. Ev jî wateya vê serdana min e ku serdana dostaniyê ye, dilsozî ye, spasiyê ye ji bo karê ku heta niha hatiye kirin lê her wiha projeyên ji bo siberojê derbarê tehdayên ku tên pêş me û dê hîn jî bên pêş me û em dê rûbirûyê wan bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst