Koçberên Sûriyeyî çima dixwazin vegerin an venegerin?

10-12-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Koçberên Sûriyeyî /Wêne: Rûdaw
Koçberên Sûriyeyî /Wêne: Rûdaw
Nîşan Koçberên Sûriyeyê Rejîma Beşar Esed Riha Veger
A+ A-

Riha (Rûdaw) - Piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed heman koçberên Sûriyeyî yên li Rihayê vê carê ji bo çûna welatê xwe amadekariyan dike.

Hinek koçber jî ji ber ku hîn li Sûriyeyê sîstemek nehatiye avakirin naxwazin veherin.

Ji tevgera li kuçe û kolanan, lixwekirina şêniyan, nivîsên li ser dikanan diyar dibe ka çima ji sûkeke Rihayê re dibêjin Sûka Helebê.

Neîm El Elî jî xelkê Helebê ye û li vê sûkê şekir, loqim û bastêq difiroşe.

Ew di 2013an de ji ber şerê DAIŞê dev ji welatê xwe Sûriyeyê  berdide û tê Rihayê.

Neîm El Elî dema direve û tê Rihayê hêj zavayê dest bi hine ye lê niha bavê 3 zarokan e.

Li gorî gotina wî ew dê herî dereng heta mehekê bi malbata xwe re vegere Helebê.

"Em ji wî zalimî rizgar bûn"

Koçberê Sûriyeyî Neîm El Elî got, "Wilehî niha dixwazim vegerim.

Niha di destê min de, di embarê de ev tiştên difiroşim hene.

Ger ji van alavan nebûya niha vedigeriyam. Min gelek bêriya welatê xwe kiriye.

Elhemdulîlah, înşelah dê baş be. Em dev ji welatê xwe bernadin. Em ji wî zalimî rizgar bûn, elhemdûlîlah."

Di rojeva koçberan de vegera li Sûriyeyê niha mijara sereke ye.

Di civata hemûyan de ev mijar tê axaftin lê yên dibêjin ew dê vegerin û yên dibêjin ew tu carî venagerin jî pir in.

Koçbera Sûriyeyî ya bi navê Meryemê got, "Evder gelekî xweş e. Ez naçim tu derê."

"Esed çû ez rihet bûm"

Koçberê Sûriyeyî Xelef Nemle wiha anî ziman, "Esad çû, wilehî ez pir rihet bûm.

Yanî li Sûriyeyê pirsgirêk pir bûn lê niha rihetî çêbû. Niha tu pirsgirêk neman. Înşela ez ê jî vegerim."

"Ez bi tu awayî ji vir naçim"

Koçbera Sûriyeyî Widat Bedranê got, "Ez bi tu awayî ji vir naçim, venagerim.

Zarokên min welatiyên vê derê ne. Ew êdî Tirk in. Ez qet nafikirim biçim."

"Niha li wir tu pergalek tune ye her der tevlihev e."

Koçbereke din a ji Sûriyeyê li ser vegerê wiha axivî:

"Niha li wir tu pergalek tune ye. Her der tevlihev e. Ne karek ne malek heye.

Lê li vir pergaleke me heye. Em êdî li vir in. Karê me li vir e. Ji ber vê yekê kes venagere."

Koçberê Sûriyeyî Hemîd Hemdo diyar kir, "Em difikirin êdî hêdî hêdî vegerin Sûriyeyê .

Înşela hêdî hêdî ew der baş bibe û em jî vegerin Sûriyeyê."

Koçberê Sûriyeyî yê bi navê Usame got, "Înşela serokê nû were, rewş hinek zelal bibe, em jî bikaribin vegerin Sûriyeyê."

Li Rihayê hejmara koçberên ku ji Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê hatine ji 200 hezarî zêdetir e.

Çavên hemûyan li bipêşketinên Sûriyeyê ye. Çarenivîsa Sûriyeyê  dê çarenivîsa wan jî diyar bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst