Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Komîteya Rêveber a PKKyê Mûrat Karayilan diyar kir ku hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re girîng in lê divê berpirsên desthilata Tirkiyeyê li pêvajoya nû xwedî derkevin.
Karayilan li ser pêşhatên herêmê û hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ji ANFyê re axivî.
Endamê Komîteya Rêveber a PKKyê da xuyakirin ku hewldanên Ocalan û çarçoveya çareseriyê ya ku Ocalan destnîşan kiriye girîng e.
Li gorî gotina Karayilan sûda çareseriyê dê hem ji bo gelên herêmê û hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê hebe.
Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heta niha di asta dewlet û desthilatdariyê de ti nîşaneyên pêvajoyeke nû nehatiye dîtin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKKyê li ser hevdîtinên bi Ocalan jî re wiha got:
"Em fêm dikin ku rayedarên dewletê li Îmraliyê bi Rêber Apo re hin hevdîtin kirine lê belê xwedîderketineke fermî ya desthilatê ya ji bo vê hîn derneketiye holê.
Divê were zanîn ku di vê merheleya girîng a dîrokê de hewldanên Rêber Apo yên li ser bingeha xwişk-biratiya Tirk û Kurdan bi pêşxistin ne ji rêzê ne lê dîrokî ne.
Ev yek ji bo berjewendî û siberoja tevahiya civaka Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke mezin e.
Divê ev hewldanên girîng rast bên famkirin.
Li cihê ku bersiveke erênî bê dayîn, tevger û gotinên ku dibin sedema fikarên cidî hene.
Bi taybet hevdîtina Birêz Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê ya bi Rêber Apo re gelek muhîm e ku wan jixwe beriya niha ji bo çareseriyê bi Rêber Apo re gelek hevdîtin kiribûn.
Em jî vê pêvajoyê bi baldarî dişopînin.”
“Tevgera me girêdayî Apo ye”
Murat Karayilan amaje bi banga Serokê MHPyê jî kir û wiha axivî:
“Rêber Apo, herî dawî li ser banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî careke din dixwaze ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bikeve nava tevgerê.
Em dibînin ku rêberê me di vî warî de hewldaneke girîng raber dike.
Niha DEM Partî dê bi çend partiyan re rêzehevdîtinekê pêk bîne. Ev xebateke gelek hêja û binirx e.
Me wekî tevger bi awayekî fermî ragihand ku em dê piştgiriyê bidin pêvajoya ku Rêber Apo dê bipêş bixe.
Tevger û partiya me heta hetayê girêdayî Rêber Apo ye û baweriyeke xurt heye. Di vî warî de ti pirsgirêk nîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse