Sêrt- Xelkê gundê Devîkê piştî 40 salan vedigere warê xwe

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sêrt Gundê Devîkê Veger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê gundê Devîkê yê navçeya Dihê ya Sêrtê nêzîkî piştî 40 salan vedigere ser mal û milkên xwe.

Gundê Devîkê yê navçeya Dihê wekî bi sedan gundên Bakurê Kurdistanê sala 1987an de hatiye valakirin û xelkê wê derbider bûye û li bajarên Tirkiyeyê belav bûye.

Ev sê sal in vegera gundiyên Devîkê dest pê kiriye û heta niha 5 mal vegeriyane warê xwe.

“Ti mal nabe wekî ya li ser axa bav û bapîran”

Şêniya Gundê Devîkê Emîne Kayayê got:

“Em ji axa bav û bapîrên xwe hez dikin û em vegeriyan ser axa xwe.

Te li kû derê mal hebe jî lê ti caran nabe wekî mala mirov a li ser axa bav û bapîran.”

Xelkê gund dibêje piraniya gundiyan dixwaze vegere ser mal û milkê xwe lê li gund pirsgirêka avê heye.

Xelkê gund ji rayedaran dixwaze ku pirsgirêkên wan çareser bikin da ku xelk bikare bi temamî vegere gund.

“Hemû gundî dixwazin vegrin lê ava me nîne”

Niştecihê Gundê Devîkê Hasmir Kaya jî got:

“Em çend malbat vegeriyane û gundî hemû dixwazin vegrin ser malên xwe lê ava me nîne.”

Xelkê gund Yusuf Baykara jî got:

“Mala min li Tersûsê ye. Piştî ku vegera gund dest pê kir, ez hatim gund, niha gund gelekî ji bajaran xweştir in.”

Sala 1970an li wî gundî 80 malbat hebûn, dibistan hebû û bi sedan kes lê gund dijiyan.

Lê niha tenê bîranînên wê demê û wêraneyên xaniyan mane.

Xelkê gund hêdî hêdî tê ser malên xwe û dixwaze dîsa gundê xwe ji nû ve ava bike û vegerînin rojên xweş.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst