VIDEO - Li Agirî şelandina zêringirekî

19-03-2022
RÛDAW
Dema şelandinê ji aliyê kamerayên çavdêriyê ve hatin tomarkirin
Dema şelandinê ji aliyê kamerayên çavdêriyê ve hatin tomarkirin
Nîşan Zêringir Agirî Şelandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê, kesek bi armanca şelandinê ket dikana zêringirekî û ew bi çekê birîndar kir. Dema şelandinê ji aliyê kamerayên çavdêriyê ve hatin tomarkirin.

Li gor zanyariyan di demjimêrên şeva 18ê Adara 2022ê de li ser caddeya Agirî ya Bazîdê, kesekî ku rûyê xwe bi maskeyê veşartibû, bi mebesta şelandinê bi çeka xwe ket dikana zêringirê bi navê Kazim Aytaç û êrîşî wî kir.

Wî kesî piştî demekê di nav dikanedê bi çeka xwe çend caran teqe li Aytaç kir. Di encama bûyerê de Kazim Aytaç ji çend cihên laşê xwe birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên polîs û tendirûstî çûn cihê bûyerê û zêringirê navborî rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Agirî. Lê li ser giraniya birînên wî tîman ew bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agirî veguhastin.

Li gor zanyariyan ku rewşa tendirûstî ya Aytaç nebaş e û hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.

Li aliyê din dîmenên şelandina wî zêringirî û êrîşa çekdarî kêli bi kêlî ji aliyê kamerayên çavdêriya dikanê ve hatin tomarkirin.

Ev di demekê de ye destpêka meha borî jî bi heman awayî li navçeya Bazîdê grûbek ketibû dikana zêringerekî û 15 kîloyên zêran dizîbûn ku bihayê wan derdora 12 milyon û 504 hezar lîreyên tirkî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst