Nêçîrvan Barzanî û Daniel Rubinstein civiyan

19-02-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Daniel Rubenstein
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Balyozê Amerîkayê yê Îraqê Daniel Rubinstein civiyan.

Di civînê de ji bilî Daniel Rubinstein, Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê Stephen Bitner jî amade bû û mijarên girîng ên îro yên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de bipêşxistina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Amerîkayê re hat gotûbêjkirin

Her wiha aliyan li ser pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê, hewl û rêkarên ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê û gavên pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê axivîn.

Nêçîrvan Barzanî bi şandeya Amerîkayê re hewlên aliyên têkildar ên Herêma Kurdistanê yên bi Hikûmeta Federal a Îraqê re ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi erênî nirxandin.

Her wiha hat xwestin ku aliyên serkeftî yên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê di demeke nêzîk de bigihîjin lihevkirina pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Wekî di ragihandina Serokatiyê de hatî, "mijareke din a civînê rewşa Sûriyeyê û rewşa Kurdan li wî welatî bû, li gel hewlên pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst