Serok Barzanî: Azardana cotkarên Kurd komkujiya li gelê me tîne bîra me

19-02-2025
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Daniel Rubinstein Kerkûk Cotkarên Kurd Mezlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî îro di civîna xwe ya bi Cîgirê Balyozê Amerîkayê yê Îraqê re derbarê azardana cotkarên Kurd got, "Azardana cotkarên Kurd li parêzgeha Kerkûkê nîşana zihniyeta şovînî ye."

Serok Mesûd Barzanî û Cîgirê Balyozê Amerîkayê yê Îraqê Daniel Rubinstein civiyan.

Ofîsa Serok Mesûd Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di civînê de bipêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên li Îraq û Sûriyeyê hatin nirxandin û her wiha pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê de jî hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de her wiha têkiliyên dawî yên bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re û serdana Şandeya Îmraliyê ya Hewlêrê jî hatin rojevê.

Li ser midaxeleyên li hemberî cotkarên Kurd ên li Kerkûkê Barzanî got "Tevgerên nebaş û azardana cotkarên Kurd li parêzgeha Kerkûkê nîşana zihniyeta şovînî ne û dîmenên komkujiya gelê me tînin bîra me."

Serok Barzanî dubare kir ku "pêwîst e li Îraqê di çarçoveya destûrê de li gorî prensîbên şirîkatî, hevsengî û lihevkirinê kar were kirin."

Roja duşemê li gundê Şenaxeyê yê navçeya Sergeranê ya parêzgeha Kerkûkê cotkarên Kurd xwestin erdên xwe biçînin, lê artêşa Îraqê bi wesayîtên leşkerî rê li ber wan girt û ew azar dan.

Derbarê berxwedana cotkaran de, Serok Barzanî got: "Ez destxweşiyê li wan Kurdên qehreman dikim ku li hemberî vê zordarî û destdirêjiyê berxwe dan û bila baş bizanin ku ew ne bi tenê û bê piştgir in û em dê bi hemû hêza xwe piştgiriya berxwedan û maf û daxwazên wan bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst