Cotkarê Kurd: Dê me bi saxîtî bin ax bikin, kes haware me nabe xwe

29-12-2023
Cotkarê Kurd ji dûr ve li zeviyên xwe dinêre / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Cotkarê Kurd ji dûr ve li zeviyên xwe dinêre / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kerkûk Cotkar Kurd Erebên Hawirde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xayb cotkarekî ji gundê Tirkeşanê yê bajarokê Leylanê yê li başûrrojhilatê Kerkûkê ye.

Xayb ji dûr ve li zeviyên xwişk, bira, apan û xalanên xwe yên ku ji aliyê Erebên hawirde ve hatine dagirkirin dinêre.

Erebên hawirde dest daniye ser 19 donim zêviyên wî cotkarî û çavê wan lê ye 30 donim zeviyên din jî dagir bikin û jê re dibêjin, “Meçe nav zeviyên xwe.”

“Em dê ji we bistînin”

Xayb Mihemed ji dûr ve li zeviyên xwe dinêrê û dibêje:

“Erebên hawirde tên nav zeviyên me û dibêjin, ‘Em dê ji we bistînin’. Ev zevî yên bav û kalên me ne, topayên wan li ser me ne.

30 donim zeviyên min hene, wan dest daye ser 15 doniman. Dîsa li cihekî din 4 donim zeviyên min dagir kirine.”

“Dê me bi saxîtî bin ax bikin”

Erebên hawirde carekê bi çekan êrişî wî cotkarê Kurd kiriye. Xayb wiha behsa wê êrişê dike:

“Wan pîkabek zilam anîn, ez û birayê xwe tenê bûn. Kes bi me ve nehat. Wan got, ‘Em nahêlin tovê xwe bireşînin’.

Em niha natirsin û tovê xwe direşînin, bi Xwedê ku werin dê me bi saxîtî bin ax bikin.”

Li Leylanê hewl didin herî kêm 2 hezar 158 donim zeviyên Kurd û Tirkmenan bidin Erebên hawirde.

Artêşa Îraqê jî alîgiriya Erebên hawirde dike û rê nade ku cotkarên Kurd zeviyên xwe biçînin.

“Tenê artêşa Îraqê heye, ew jî pişta Ereban digire”

Şêniyê gundê Tirkeşanê Mehmûd Elî li ser hewlên Ereban hawirde got:

“Ereb bi her awayî, çi bi rêya pereyan çi bi rêya bertîlê be, hewl didin dest daynin ser zeviyên me.

Wan heta niha ya xwe biriye serî, hinek zeviyên me ji destên me çûn.

Niha Ereb çend parçe zeviyên me diçînin. Li vê derê ti hêz nîne ku em hawara xwe bibinê. Tenê artêşa Îraqê heye, ew jî pişta Ereban digire.”

Erebên hawirde li Dadgeha Kerkûkê giliyê cotkarên Kurd kiriye û dadgehê jî 15 roj mohlet daye wan ku terş û talanê xwe ji nav zeviyan bibin û herin.

Rêveberê bajarokê Leylanê Mehmûd Weys li ser pêvajoya dadgehê wiha axivî:

“Dadgeh niha belgeyan kontrol dike. Ez bi çend dadweran re peyivîm, ew dibêjin ‘Belge amaje pê dikin ku peymanên Ereban aktîv in’ û divê ez jî vê bibêjim.

Çareya vê pirsgirêkê li parlamantoyê ye û kêşe yasayî ye.”

Rejîma Beasê, sala 1975an li Kerkûkê dest danîbû ser 400 hezar donim zeviyên Kurd û Tirkmenan û ev zevî dabûn Erebên Hawirde.

Salên dawiyê gelek caran li ser van zeviyan di navbera cotkarên Kurd û Erebên hawirde de pêvçûn rû didin.

Artêşa Îraqê piştî êrişa 16ê Çiriya Pêşîna 2017an li Kerkûkê bi cih bû.

Piştî vê, Erebên hawirde yên ku vegeriyabûn cihên xwe yên berê dîsa li Kerkûkê vegeriyan.

Erebên hawirde gelek caran bi hinceta ku zevî yên wan in êrişî cotkarên Kurd dikin û artêşa Îraqê jî pişta wan digire.

Li gorî Madeya 140î ya Destûra Îraqê, divê Erebên hawirde vegerin cihên xwe yên berê lê heta niha jî Îraqê ev yek pêk neaniye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst