Baroya Şirnexê: Divê Akşener di mijara kuştinên siyasî de raya giştî agahdar bike

19-01-2024
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Baroya Şirnexê Meral Akşener
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Şirnexê, li ser gotinên Seroka ÎYÎ Partiyê ku got, “Di dema me de kuştinên siyasî bi merdî bûn” ji Akşenerê daxwaz kir di mijara kuştinên siyasî de raya giştî agahdar bike.

Baroya Şirnexê li ser hesabê xwe yê tora civakî bi peyamekê gotinên Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê şermezar kirin û got, “Kuştinên siyasî ne bi merdî, bi namerdî hatine kirin.”

Baroya Şirnexê di daxuyaniya xwe de got:

“Em dibêjin sedema hebûna dewletê beriya her tiştî ewlehiya canî ya mirovan e.

Em gotinên Akşenerê yên li ser kuştinên siyasî şermezar dikin û divê Akşener derbarê wan kuştinên siyasî civakê agahdar bike.”

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê doh di çarçoveya hilbijartinên herêmî de li parêzgeha Sêwazê berbijêrên partiya xwe dan nasîn û li ser mijara kuştina Sînan Ateş axivî.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê gotibû, “Me di dema xwe de jî kuştinên siyasî dîtin lê bi merdî bûn.”

Di salên 1990î de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek kes hatin kuştin ku wekî “kuştinên kiryarê wan nediyar” hatin binavkirin.

Dema Meral Akşener, Wezîra Karên Navxwe yê Tirkiyeyê jî bû gotinên wê hene ku wan kuştinan rewa dibîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst