Li Kirklareliyê 45 koçber 12 qaçaxçî hatin desteserkirin

23-09-2023
Nîşan Koçber Desteserkirin Kirklarelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parezgeha Kirklareliyê ya Tirkiyeyê 45 koçber hatin desteserkirin.

 12 kes jî bi gumana  ku “karê qaçaxiya koçberan dikin” hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan, li taxa Cumhuriyetê ya Kirklareliyê polîsan ji 8 otomobîlên biguman xwest ku rawestin lê otomobîl ranewestiyan.

Polîsan day pey wan otomobîlan û ew li cihekî dan rawestandin.

Di otomobîlan de 45 koçber hatin desteserkirin ku di nav wan de zarok jî hene.

Tê gotin ku di lingên hinekan ji wan koçberan de pêlav tunebûn.

Polîsan, koçberên ku hatîn desteserkirin birin Navenda Vegerandinê ya Pehlîvankoyê.

Di heman demê de, 12 gumanbar bi gumana ku karê qaçaxiya koçberan kirine hatine desteserkirin.

Li aliyê din, polîsan dest daniye ser her 8 otomobîlan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst