Li Deryaya Egeyê 56 koçber hatin desteserkirin

25-09-2023
Nîşan Îzmîr Koçber Desteserkirin Balikesîr Deryaya Egeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Ayvalikê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê, 56 koçberên hatin desteserkirin.

Ew koçber di nav Deryaya Egeyê de hatin desteserkirin û wan dixwest ku biçin Yunanistanê.

Li Tirkiyeyê di demên dawiyê de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên Ewlehiya Peravan ên Tirkiyeyê, kontrolên xwe yên li bajarên hevsînorê Yûnanistanê û li Deryaya Egeyê zêde kirine.

Hêzên Ewlehiya Peravan li ser gilî ev 56 koçber desteser kirin.

Ev koçber di belemeke plastik de bûn û wan dixwest derbasî Girava Midilliyê ya Yunanistanê bibin.

Hêzên Ewlehiya Peravan, koçber ji deryayê derxistin û ew radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Balikesîrê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst