Mesrûr Barzanî: Min bi xemgînî koça dawî ya Tarik Ziya Ekîncî bihîst

18-08-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan Tarik Ziya Ekîncî Mesrûr Barzanî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber wefata rewşenbîr û siyasetmedarê kurd Tariq Ziya Ekîncî peyameke sersaxiyê şand.

Dîrokzan, siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Tarik Ziya Ekîncî 18ê Tebaxa 2024an li Stenbolê koça dawî kir

Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî li Goristana Şehîtlikê ya Amedê hat veşartin.

Beriya veşartina cenaze siyasetmedaran axaftin kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî peyameke sersaxiyê şand.

Di dema axaftinan de peyama Mesrûr Barzanî jî hat xwendin.

Peyama Mesrûr Barzanî ji aliyê Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyê Îbrahîm Gurbuz ve hat xwendin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Min bi xemgînî nûçeya koça dawî ya nivîskar, siyasetmedar, welatparêz û endamê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Dr. Tarik Ziya Ekîncî yê naskiriyê Kurd bihîst.

Ez ji malbata Mamoste Ekîncî re sersaxiyê dixwazim. Xwedê ruhê wî li cenetê razî be û silametî û rihetiyê bide her kesî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst