Li şûna Serokatiya CHPê ya Amedê qeyûm hate danîn

18-07-2022
RÛDAW
Nîşan CHP Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 9emîn Dadgeha Sulhê ya Enqereyê biryara danîna qeyûman li şûna Serokatiya Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Amed a Bakurê Kurdistanê da ku çend kes wek heyetekê hatine destnîşankirin û her wiha biryar da ku heyet di dema qanûnî da kongreyê li dar bixe.

9emîn Dadgeha Sulhê ya Enqereyê di doza bi hinceta ku di dema xwe de kongre li dar nexistiye hat vekirin de qeyûm danî şûna Serokatiya CHPê ya Amedê.

Wek heyeta qeyûmê Muzaffer Deger, Behçet Gezer, Mehmet Beşîr Îpekçî, Devrîm Budak û Suleyman Berberoglu hatin destnîşankirin.

Di biryarê de ji heyeta qeyûmê hat xwestin ku di dema qanûnî de biryara kongreyê were girtin.

Seroka rêxistina CHPê ya Amedê Gonul Ozel: Rêya îtirazê vekirî ye

Li gorî agahiyên ku di çapemeniya herêmî ya Amedê de cih girtine, Seroka rêxistina CHPê ya Amedê Gonul Ozel ev biryar piştrast kir û diyar kir ku rêya îtirazê vekirî ye.

Gonul Ozel anî ziman, “Navenda Giştî ya CHPê, ji bo ku ez û serokên navçeyên ku min ew ji kar dûr xistine kongreya awarte li dar bixin îmze berhev kirin. Piştî ku navenda giştî biryara kongreyê neda, dane dadgehê, dadgehê jî biryar daye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst