Hevdestî: Îsal 82 kes li herêmên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî hatine girtin

18-04-2023
Hisên Omer
Kordînatorê Saziya Hevdestî Orhan Kemal
Kordînatorê Saziya Hevdestî Orhan Kemal
Nîşan Hevdestî Efrîn Serê Kaniyê Girê Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li her sê herêmên Girê Spî, Serê Kaniyê û Efrînê yên rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ve dagîrkirî ne, binpêkirin li dijî sivîlên Kurd ku li malên xwe mane berdewam in

Di raporeke taybet de, ku Saziya Hevdestî bi belge belav kiriye, di nava 3ê mehên yekem ji sala 2023an ve 82 kes li her sê herêmên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî hatine girtin. Ji wan girtiyan 4 jê jin in û 3 jî zarok in.

Herwiha hat ragihandin ji 82 kesên ku hatine girtin tenê 15 kes hatine azadkirin.

Orhan Kemal, Kordînatorê Saziya Hevdestî ku bi xwe xelkê Serê Kaniyê ye û ji neçarî kiçberî Qamişlo bûye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re derbarê vê raporê axivî.

Kordînatorê Saziya Hevdestî Orhan Kemal got "Jimareyên ku me belge kirine di rêya çavkaniya me ya ser edê ku em dişopînin, me tevahiya rewşên girtinê belge kirine bi nav, dîroka girtinê, aliyên ku girtiye û rewşa girtî çi ye. ji ber vê yekê em texmîn dikin jimara girtiyan û herwiha tevahiya binpêkirin li Serê Kaniyê, Efrînê û Girê Spî dibin bêhtir tiştên ku em karibin xwe bigihînin bi awayekî belgekirî."

Li gor rapora Hevdestî, piraniya keysên girtinê ji bo wergirtina pereyan ji qurbaniyan û kesûkarên bûye. Raporê wer wiha ji ser zimanê girtiyên ku hatine azadkirin gotiye, ku bi şêweyekî berdewam afserên artêşa Tirkiyê li navendên girtinê yên Artêşa Niştimanî amade bûn û beşdarî lêpirsînê li gel girtiyan dibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst