16 Photos
Wekî salên borî, îsal jî ji bo pêşkêşkirina tabloyeke balkêş a Newrozê çav li Akrê bûn.
Merasîma pîrozbahiyê bi minasebeta Cejna Newrozê li Akrê, îro (20-3-2025) saet 06:45ê êvarê dest pê kir.
Bi hezaran kesan rahiştin meşaleyan û ber bi Çiyayê Kelê ve hilkişiyan.
Çiyayê Kelê, li Akrê dinêre û bilind e, ji bo ku her kesek meşaleyê bigihîne lûtkeya wê, divê bi ser 340 pêpelûkan de hilkişe.
Ew kesên ku bi ser çiyayê de hilnekişiyan jî; di nav bajarê de çêja dîmena agirê Newrozê û lîstikên agirîn dîtin, li gorî geştyariya Akrê deh hezar kes bûn.
Birêvebirîya GeştyaruyaAkrê ragihand, "Ji bo Newroza îsal 88 hezar kes hatine Akrê."
Wêne: Bilind Tahir\ Rûdaw