Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî Newroz Pîroz kir û got, "Ev Newroz dê bibe sembola yekîtiya hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê."
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi helkefta Cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Mezlûm Ebdî di peyama xwe de wiha got:
"Em Newroza 2025an li gelê Kurd ê li Rojava, Sûriye û cîhanê pîroz dikin.
Dîsa ji dil pîrozbahiyên xwe bi şervanên HSD û Asayîșê, kedkarên Xweseriyê û malbatên șehîdan re parve dikin.
Ev Newroz dê bibe sembola yekîtiya hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê.
Her wiha wê tevahî pêkhatiyên Sûriyeyê ji Ereb, Kurd, Suryan, Tirkmen, Aşûr û Ermen deskeftiyên xwe biparêzin û di Sûriyeya nû de cihê xwe misoger bikin. Newroza we pîroz be."
Em Newroza 2025 li gelê Kurd li Rojava, Sûriya û cîhanê pîroz dikin.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) March 20, 2025
Dîsa ji dil pîrozbahiyên xwe bi şervanên QSD û Asayîșê, kedkarên Xweseriyê û malbatên șehîdan re parve dikin.
Ev Newroz dê bibe sembola yekîtiya hêzên kûrdî li Rojavayê Kurdistanê.
Her wiha wê tevahî…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse