Li Colemêrgê di navbera DEM Partî û AK Partiyê de nîqaşeke gur

18-03-2024
RÛDAW
Nîşan Îsmet Olmez DEM Partî AK Partî Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îsmet Olmez got, “Ew pêşbînî dikin ku dê winda bikin ji ber wê dest bi polîtîkaya buxtan û heqaretê kir.”

Namzedê Şaredariya Colemêrgê yê AK Partiyê Îsmet Olmez derbarê gotinên ku di pîrozbahiya Newrozê de li ser wî hatin kirin daxuyanî da.

"Cihê te otel in"

Namzedê Şaredariya Colemêrgê yê DEM Partiyê Sidik Akiş a di pîrozbahiya Newroza de li ser Îsmet Olmez gotibû:

“Namzedê AK Partiyê li Colemêrgê nejiyaye, Colemêrgê nas nake. Tu ne li Colemêrgê li Qibrisê dijî, Qibrisê. Cihê te otel in.”

Namzedê Şaredariya Colemêrgê yê AK Partiyê Îsmet Olmez li ser gotinên Sidik Akiş da zanîn ku wî ji bo parastina nirxên Colemêrgê heta niha bersiva gotinên li ser wî û malbata wî nedaye.

Olmez da zanîn ku wan li Colemêrgê mîtîngeke mezin li dar xistiye û got:

“Ew pêşbînî dikin ku dê winda bikin ji ber wê dest bi polîtîkaya buxtan û heqaretê kir.”

“Tevahiya salê li Enqereyê bi qumarê dilîzin”

Olmez herwiha anî ziman:

“Yên ku tevahiya salê li Enqereyê bi qumarê dilîzin û piştre tên Colemêrgê û Newrozê pîroz dikin û gotinan dikin, divê berê hesab bidin xwe û pirsgirêkên navxwe.

Em ji bo rêzgirtina gelê xwe û ji bo ku nebin amûrê siyaseta qirêj, hin agahiyan parve nakin.

Hilbijartinên herêmî pêşbirkên xizmetguzariyê ne. Ji bilî sozên wekî bêkarî û hejariyê, nêrîna we ya li ser Colemêrgê çi ye?

Ji bilî heqareta li me û spekulasyonên siyasî armancên we çi ne? We kîjan pirsgirêkên gelê me çareser kirine?

Ji bo ewlehî û paşeroja zarokên me hûn dixwazin çi bikin? Ji bo rêzgirtina li gelê xwe û mirovahiyê em dê siyasetê bi gotinên xirab nekin.

Bêyî ku ti xeyaleke me ya din hebe em dê ji bo paşerojeke baş a ciwanên Colemêrgê vê pêvajoyê bidomînin.

Em çawa wekî di dema namzediyê de em dikin dê dema ku hatin hilbijartin jî pirsgirêkên gelê xwe çareser bikin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst