Kê li ser serdana Şandeya Îmraliyê ya Herêma Kurdistanê çi got?

18-02-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Serok Barzanî / Wêne: Baregeha Mesûd Barzanî
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Serok Barzanî / Wêne: Baregeha Mesûd Barzanî
Nîşan Şandeya Îmraliyê Herêma Kurdistanê Serdan
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Hevdîtinên Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê yên li Herêma Kurdistanê di nav Kurdan de bûne cihê kêfxweşiyê.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtinên xwe yên bi Abdullah Ocalan re serdanên xwe didomîne.

Heyeta Îmraliyê di çarçoveya van hevdîtinan de 16ê Sibatê hat Herêma Kurdistanê.

Heyet doh bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Heman heyet îro jî li Silêmaniyê bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re civiya.

Ev serdana Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê li Tirkiyeyê jî ji aliyê desthilat, mixalefet û raya giştî ya Tirkan û Kurdan ve tê şopandin.

Piraniya Kurdan serdanê ji bo nêzîkbûna aliyên Kurdan girîng dibînin û ji serdanê kêfxweş in.

Her wiha aliyên siyasî jî di şiroveyên xwe de behsa giringî û pêwîstiya rola Herêma Kurdistanê ya di pêvajoya aştî û çareseriyê de dikin.

“Barzanî kesekî rast û durist e

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Abdurrahman Kurt got:

“Doh jî îro jî em bûne şahidê wê yekê ku Birêz Barzanî ji bo hemû herêmê kesekî  rast û durist e.

Me di dema Ahmet Davutoglu de jî dît ku Birêz Barzanî tiştek bigota ew tişt rast e. Ew li gotina xwe xwedî derdikeve.

Ew ji me hemûyan re dibêje ka dê bê şer û bê xwîn çawa edalet pêk were.”

Li Tirkiyeyê di nav partî û aliyên siyasî de li ser girîngiya rola Herêma Kurdistanê ya ji bo pêvajoya aştiyê yekdengiyek heye.

“Gotinên Serok Barzanî girîng in”

Endamê Komiteya Navendî ya Partiyaa Saadetê Muhammed Sabir Firat jî got:

“Dema mijar dibe Kurd û Kurdistan cenabê Serok Barzanî jî dibe mixatab, ev serbilindî ye.

Ji ber ku ji roja ku ew hatiye dinyayê wî can û malê xwe ji bo dozê daye. Gotina wî ya li ser vê meseleyê girîng e.”

Alikarê Serokê Partiya Paşerojê Cemalettîn Kanî Torun jî got:

“Birêz Barzanî, zana û aqilmendekî Kurd e. Ez bi hêvî me ku hevdîtinên bi wî re dê bandoreke baş li ser vê pêvajoyî bikin ku hîn jî nav lê nahetiye kirin.”

Komiteya Navendî ya DEM Partiyê di civîneke taybet de serdan û hevdîtinên Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê yên li Herêma Kurdistanê nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst