KERKÛK - Leşkerên ku êrişî cotkarên Kurd kiribû hatin desteserkirin

18-02-2025
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Cotkar Êriş Leşker Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha ragihand, leşkerên ku êrişî cotkarên Kurd kiriye hatine desteserkirin.

Artêşa Îraqê doh li nahiyeya Sergeranê ya Kerkûkê êrişî cotkarên Kurd kir û nehişt cotkar zeviyên xwe biajon.

Leşkerên Îraqê cotkar bi zorê ji traktorên wan daxistin.

Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha derbarê êrişa leşkerên artêşa Îraqê ya li ser cotkarên Kurd daxuyaniyek belav kir.

Rêbiwar Taha ragihand ku pirsgirêka erdên cotkaran pirsgirêkeke kûr û dirêj e û ji bo çareseriya wê nivîseke fermî ji Ofîsa Serokwezîriyê ya Îraqê re hatiye şandin.

Taha da zanîn ku leşkerên ku êrişî cotkarên Kurd kiriye hatine desteserkirin û got:

“Li ser bûyerê komîsyoneke lêpirsînê hat avakirin. Her wiha hat xwestin ku yekîneyên leşkerî ji herêmê vekişin.”

Parêzgarê Kerkûkê di heman demê de diyar kir ku Parlamentoya Îraqê dengê xwe daye ku biryarên Konseya Şoreşê ya Fermandariyê werin betalkirin û ew li benda bicihanîna biryarên hikûmeta navendî ne.

Rêbiwar Taha her wiha ji cotkarên Sergaranê xwest ku aram û bi sebir bin û tekezî kir ku pirsgirêkên wan dê bi rêya saziyên yasayî û fermî bên çareserkirin.

Li gorî daxuyaniyê, dê îro li avahiya parêzgehê civîneke taybet li gel komîsyona ku hatiye avakirin were lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst