Sedat Yurtdaş: Em ji her demê zêdetir bi hêvî ne

13-04-2025
RÛDAW
Sedat Yurtdaş û Dildar Herkî\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Sedat Yurtdaş û Dildar Herkî\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Pêvajoya Çareseriyê Heyeta Îmraliyê Abdullah Ocalan Sedat Yurtdaş Şerê PKK û Tirkiyeyê DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzer û siyasetmedar Sedat Yurtdaş diyar kir ku ew ji her demê zêdetir ji pêvajoya çareseriyê bi hêvî ne û aliyên pêvajoyê jî pemên erênî didin.

Bi hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re “pêvajoyê nû” rengekî fermî wergirt.

Endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder roja pêncşemê bi Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya bûn.

Piştî civînê DEM Partiyê diyar ku hevdîtin gelekî erênî bû û qonaxên paşerojê hatin nirxandin.

Li aliyê din, Serokê Îstixbarata Neteweyî ya (MÎT) Îbrahîm Kalin ku tevlî hevdîtiina Heyeta Îmnraliyê û Recep Tayyîp Erdogan bûbû ji medyaya Tirkiyeyê re diyar kir ku hevdîtin gelekî erênî bû û dê di dawiya meha nîsanê de gavên erênî bên avêtin. 

Parêzer û siyasetmedar Sedat Yurtdaş bal kişand ser dîplomasiya pêvajoya çareseriyê û got ku ew ji her demê zêdetir hêvîdar e.

Sedat Yurtdaş bû mêvanê Bultean Bakur a Rûdawê û bersiv da pirsên Dildar Herkî.

Parêzer Yurtdaş agihand, "Hem ji peyamên Abdullah Ocalan hem jî ji daxuyaniya Pervîn Buldan a di konferanseke Romayê daye em dibînin ku hêviyên gelekî xurt hene."

Parêzer Yurtdaş diyar kir ku hevdîtina Erdogan a bi DEM Partiyê re sembolîk û girîng e û got:

"Erdogan piştî 13 salan bi DEM Partiyê re rû bi rû hevdîtin çêkir. Ev semobolîk e û gelekî girîng e.

Li gorî ku her du aliyan agahî dane çapemeniyê her du alî jî ji hevdîtine gelekî razî ne û li ser nexşerêya çareseriyê hevdîtin hatiye kirin û li ser wê sekînine.”

"Bahçelî piştgiriyê dide pêvajoyê"

Sedat Yurtdaş bal kişand ser daxuyaniyên li ser pêvajoyê û wiha domand:

"Daxuyaniya Devlet Bahçelî li ser wê yekê bû ku piştgiriyê dide pêvajoyê. Ev jî wisa dike ku ji her demê zêdetir mirov bi hêvî bibe û bi hêvî li vê pêvajoyê binêre.

Tiştên ku bêne kirin hene, girtî hene ku 30 sal in di girtîgehê de ne. Cezayên wan hene ew dikarin bên azadkirin.

Divê di hin qanûnan de guhertin were kirin. PKKyê jî ji xwe gotiye ku dê kongreya xwe pêk bîne û wekî ku Abdullah Ocalan ji wan xwestiye xwe fesix bike."

"Ez ji her demê zêdetir bi hêvî me"

Parêzer û siyasetmedar Yurtdaş amaje bi guherînên li herêmê jî kir û got:

"Ew tiştên ku li Rojhilata Navîn qewimîn û diqewimin ne wekî yên salên 2015an in. Ji bo helwesteke rast û çareseriya rast îhtîmal heye gav bên avêtin û em wan gavan bibînin."

Yurtdaş derbarê dan û standina navbera aliyên û kongreya PKKyê jî jî wiha got:

"Dîplomasiyeke girtî û veşartî heye di navbera aliyan de. Ev heta astekê mafdariyê dide aliyan.

Eger hin tişt li ber çavan werin niqaşkirin û şîrovekirin dikarin aloziyan jî bi xwe re bînin.

Ez ji her demê zêdetir hêvîdar im, hem ji aliyê aborî, hem ji aliyê civakî hem ji aliyê siyasî û navneteweyî hewcedarî bi vê pêvajoyê heye.

Rojnameger ji tiştan zû agahdar dibin û çêdibe ku wî rojnamegerê dema kongreyê gotibe haya wî ji hin tiştan hebe.

PKK jî dikare kongreya xwe pêk bîne di van şert û mercan de ji xwe PKKyê di şert û mercên zehemttir de berê kongreyên xwe pêk anîne.

Wisa xuyaye dan û standin di navbera Abdullah Ocalan û PKKyê de jî hene û dîrokek û teqwîmek hatiye diyarkirin.

Ez ji her demê zêdetir hêvîdar im, hem ji aliyê aborî, hem ji aliyê civakî hem ji aliyê siyasî û navneteweyî hewcedarî bi vê pêvajoyê heye.  

“Çavên xelkê li ser pêvajoyê ne”

Parêzer û siyasetmedar Sedat Yurtdaş bal kişand ser rola DEM Partiyê di pêvajoya çareseriyê de û diyar kir ku DEM dikare gelê xwe ji pêvajoyê agahdar bike.

Yurtdaş got, "DEM Partî wekî partiyeke siyasî û bi hezaran endam û alîgirên wê rêxistinên wê hene, dikare bi civînên mezin ên li bajaran xelkê ji pêvajoyê agahdar bike."

Wî destnîşan kir ku berê jî li Amedê û li çend bajaran mitîng û civînên bi gel re hatine kirin û DEM Partî heta niha roleke gelekî erênî dilîze.

"Xelk dixwaze êdî wekî xwe were qebûlkirin"

Sedat Yurtdaş amaje bi êş û azarên gelê Kurd kir û got:

"Xelk di nava 40-50 salên dawî de canê xwe, malê xwe da gelekî êş dîtin, gelekî westiyan. Xelk dixwaze êdî wekî xwe bi zimanê, bi kultura xwe were qebûlkirin beşdarî rêveberiyê bibe.

Her çend ji soz û pêvajoya aştiya ya berê dilê wan ma be jî dixwaze êdî aştî çareserî pêk were.

Çavên xelkê li ser daxuyanî û peyamên li ser pêvajoyê ne û ji nêzîk ve dişopînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst