Koçberên Kampa Serê Kaniyê 2 meh e bê elektrîk in

18-02-2023
Hisên Omer
Nîşan Kampa Serê Kaniyê Koçber Elektrîk Kampê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Transformatora elektirîkê ya kampa Serê Kaniyê ya koçberan şewitiye û nêzî 500 konên koçberên Serê Kaniyê ji nêzî 2 mehan ve bê elektirîk in. Koçberên kampê daxwaz dikin ku çareseriyek ji elektrîka wan re bê dîtin.

Çavkaniyên ku ji nav kampê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîne aşkere kirin ku kablên elektirîkê hatibûn dizîn û piştî ku koçberan kabl kirîn vêcarê trans şewitî.

Koçber Mihemed Elî dibêje “Em penaberên Serê Kaniyê ne û niha em li kampê ne. Wê rojê 7 milyon pere kom kirin û pê kabloyan stend. Niha tansformator (Veguhêznika elektrîkê/trafo) xirab bûye 2 meh in em virde wirde diçin tên ti kes tine ji me re çê bike. Niha em bi ku de herin, berê bi ku de bikin? Em bang dikin ku bên elektrîka me çê bikin.”

Koçberekî kampê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, tu alî pirsgirêka wan çareser nake û got jî, rewşa me jî wekî ya ziyandîtiyên erdhejê ye.

Koçber Rêber Haco got "Em spasiya we dikin ku haya we ji me heye û dengên me digihînin alemê. Em aniha li kampa Serê Kaniyê ne. Ev serê meh û nîvek, du meh bê elektrîk in. Me koçberan di nav hevdû de derdora 6-7 milyonan de pere kom kirin kabloyên xwe anîn siwar kir. Piştî ku me kabloyên xwe anîn ew transformatora mezin lê xist ev serê meh û nîvek duh in em bê elektrîk in. Em di xwazin di rêya kanala we de ji me re çareyek bê kirin. em bê elektrîk in, zivistan e, sar e. halê me jî weke halê kesên ku depremê li wan xistiye ye. Kes li me xwedî dernakeve. Em diçin îdarê ji me re dibêjin îşê me jê nîne, em diçin kantonê dijên îsê me jê nîne. Ka emê herin cem kê, emê dengê xwe bigihînin kê. Em nikarin 4-5 hezar lîre bidin, em însanên koçber in, ji destê me dernakeve. 480 kon em bê elektrîk in."

Çavkaniyekê ji nav kampê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ji bo çakkirina transê elektirîkê 17 hezar dolar pêwîst in. Heman çavkaniyê got jî, tu sazî û dam û desgeh ên pêwendîdarî kampê nikarin van pereyan dabîn bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst