Li Amûdê kesekî kirêçiyê xwe yê ji Serê Kaniyê avêt ser cadeyê

24-08-2024
Hisên Omer
Li Amûdê kesekî kirêçiyê xwe yê ji Serê Kaniyê avêt ser cadeyê / Wêne: Ji dîmenan
Li Amûdê kesekî kirêçiyê xwe yê ji Serê Kaniyê avêt ser cadeyê / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Amûdê Serê Kaniyê Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberekî ji bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê li bajarê Amûdê ji xaniyekî kirê hatiye derxistin û li gel zarok û tiştên xwe li cadê maye.

Ji ber ku koçberê ji Serê Kaniyê yê bi navê Mihemedê Darî nikariye kirêya xanî bide ew, hevjîna xwe û du keçikên xwe li derve mane.

Mihemedê Darî got:

“Ve ket sala pêncem de, kirê biha kirin heya ku nema ji min qediya. Niha ez li kolanan mame, ev e halê min.

Ez û pîreka xwe û zarokên xwe li kolanan man”

Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mihemed Haco ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, koçberên Serê Kaniyê hêvî dikirin ku xelkê herêmê bi wan re alîkar bin.

“Ev malbata pêncan e ku cihê xwe tê derxistin”

Mihemed Haco wiha got:

“Xaniyê ku herî ne hêjayî mirov tê de rûne, kirêya herî kêm bi sed dolarî didin xelkê me yên serê Kaniyê.

Vê jî bandoreke pir mezin li ser xelkê me kiriye. Di vê meha dawiyê de, ev malbata pêncan e ku cihê xwe tê derxistin ji ber ku ew nikarin kirêya xanî bidin.”

Li gorî amarên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji Komîteya Koçberên Serê Kaniyê wergirtine:

Bêhtirî 32 hezar koçberan li her du kampên Serê Kaniyê û Waşûkanî niştecih in.

Bêhtirî 20 hezar koçberan li bajarê Hesekê li nav mal û 52 dibistanan de bi cih bûne.

Nêzîkî 11 hezar koçber li bajarê Qamişloyê li nav malan bi kirê bi cih bûne.

Herwiha bi hezaran koçber li bajar û bajarokên din ên Rojavayê Kurdistanê belav bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst