Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Egîtîm Bîr Sena Amedê Ramazan Tokdemîr: “Em dixwazin hikûmet û Wezareta Perwerdehiyê kampanyayek bida destpêkirin û li malbatên hejar tablet, komputer û înterneta bê pere belav bikira.”
Piştî zêdebûna nexweşiya koronayê, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê perwerdeya rû bi rû hate ragirtin û li şûna wê perwerdehiya online hate destpêkirin.
Serdema duyemîn a perwerdeya îsal roja 15'ê sibatê dest pê kir, lê nîvê xwendekaran ji ber tunebûna înternet, tablet û komputeran nikarin ji vê perwerdehiyê sûdê wergirin.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber kêmderfetiyê ev rêje zêdetir e jî. Ne wezareta Perwerdê riyeke çareseriyê dibîne, ne jî malbat dikarin bi derfetên xwe vê pirsgirêkê çareser bikin
Dîlan Kaya dayika xwendekaran bi gazin dibêje “Pênc zarokên min diçin dibistanê. Ne telefon, ne tablet û ne jî înternet heye. Wisa li holê mane. Nikarin tu dersekî jî binivisînin.”
Ev gotinên dayika 5 xwendekaran Dîlan Kaya, rewşa heyî ya perwerdehiya online vedibêje. Li gorî amarên Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê, bajarên kurdan jî tê de bi tevahî 18 milyon xwendekar hene. Lê piraniya wan van xwendekaran di dema koronayê de nekarîn ji perwerdehiya online sûd werbigrin.
Hîcran Ozgul jî yek ji van dayikan e ku li Taxa Ben û Senê ya Amedê ku yek ji taxên herî hejar e rûdinê. Bi zor û zehmetiyeke mezin, bi deynan ji keça xwe re odeyek raxistiye da ku wê di şertên baş de bide xwendin. Lê ji ber nebûna derfetên aboriyê, keça wê nekariye perwerdehiya online bibîne.
Dayika xwendekarek Hîcran Ozgul “Min bi tenê vê odeyê ji bo keça xwe çêkir. Min got bila bixwîne. Çi ji destê min hat min jê re çêkir. Lê ne înternet heye, ne komputer heye û ne jî derfet heye. Em wisa ji xwe re li malê ne. Em nizanin em ê çi bikin.”
Xwendekar Havanur Ozgul “Tablet tune ye, telefon tune ye, înternet tune ye. Ez ê çawa dersên xwe bişixulim?”
Zarok weke siberojê têne binavkirin. Lê ji ber nebûna binesaziyeke baş a perwerdehiya online, niha piraniya dê û bavan ji siberoja zarokên xwe bi tirs û fikar in.
Bavê xwendekaran Muharem Înceoren: “Înternet ji xwe tune ye. Em jî şaş mane. Em ê çawa bikin nizanin?”
Dayika xwendekaran Tuba Încî: “Di malên me de tablet, telefon tu tiştekî tune ye. Zarokên me ji van derfetan mehrûm mane.”
Xwendekar Yagmur: “Em dikevin dersên zindî lê em nikarin ji wan fêm bikin. Jixwe înterneta me û tabletên me tune ye. Dema înternet heye jî qut dibe. Em tu tiştekî ji dersên xwe fêm nakin. Dema em dikevin azmûnê jî em pûanên pir kêm distînin.”
Xwendekar Muhamed Ceylan: “Tableta min tune ye, komputer û înterneta min nîn e.”
Rêveberên Sendîkaya Mamosteyan Egîtîm Bîr Sen ku sendîkaya herî mezin a mamosteyan e û nêzî hikûmetê ye jî ji rewşa heyî ya perwerdehiyê bi gazinc in. Ew daxwaza sererastkirina rewşa xwendinê dikin.
Serokê Egîtîm Bîr Sena Amedê Ramazan Tokdemîr: “Em dixwazin hikûmet û wezareta perwerdehiyê kampanyayek bida destpêkirin û li malbatên hejar tablet, komputer û înterneta bê pere belav bikira.”
Di nava bajarên Tirkiyeyê de bajarê Stenbolê bi 2 milyon û 961 hezar xwendekaran bajarê sereke yê xwendinê ye. Li bajarên kurdan jî Amed bi 448 hezar û 515 xwendekaran di rêzên yekemîn de ye. Lê derfetên xwendinê yên Amedê berevajî yên Stenbolê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse