AMED - DTSO dê tabletan bide xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartiye

22-05-2024
RÛDAW
Alîkarê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Faruk Korkmaz /Wêne: Rûdaw
Alîkarê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Faruk Korkmaz /Wêne: Rûdaw
Nîşan Dersa Kurdî Xwendekar Faruk Korkmaz Tablet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê bi merasîmeke taybet dê tabletan bide wan xwendekarên ku dersa bijarte ya Kurdî hilbijartiye.

Alîkarê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Faruk Korkmaz ji Rûdawê re da zanî ku dê 24ê Gulanê tabletan bidin xwendekaran.

Faruk Korkmaz da zanîn ku wan ji sala 2022yan ve biryar standiye ku her sal tabletan bidin xwendekarên ku dersa bijarte ya Kurdî hildibjêrin û wan sala 2022yan 300 tablêt wekî xelat dane xwendekaran.

Li gorî gotina Faruk Korkmaz sala 2023yan ji ber erdhejê wan nikarîbû wê xelatê bidin xwendekaran.

Faruk Korkmaz da ragihand ku li seranserê Amedê û navçeyên wê îsal 5 hezar û 600 xwendekarî dersa bijarde ya Kurdî hilbijartiye.

Dê 1145 tablat li xwendekaran bên belavkirin

Herwiha Korkmaz da zanîn ku ji wan xwendekaran hezar û 145 xwendekaran serî li wan daye û ew dê hezar û 145 tablêtan bidin wan xwendekarên ku serî li wan daye.

Di berdewamiyê jî de Faruk Korkmaz amaje bi wê yekê kir ku dê roja şemiyê (25ê Gulanê) merasîma dayîna xelatan li Navenda Kongreyê ya Sezai Karakoçê ya Amedê were sazkirin.

Korkmaz diyar kir ku hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, nûnerên saziyên sivîl, xwendekar û malbatên xwendekaran dê beşdarî merasîma xelatdayînê bibin.

Di dawiya axaftina xwe jî de Faruk Korkmaz bangî odeyên pîşesazî û bazirganiyê û saziyên din ê sivîl kir û ji wan xwest ku ew jî kar li ser hewlên vejandina Kurdî bikin û piştgiriya xebatên ziman û perwerdeya Kurdî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst