Li Bendava Tişrînê sivîl hatin bombebarankirin: Mirî û birîndar hene

18-01-2025
RÛDAW
Nîşan Bendava Tişrînê Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên Tirkiyeyê sivîlên ku ji bo xwepêşandanê çûbûn Bendava Tişrînê bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama bombebaranê de 4 kesan canê xwe ji dest daye û 15 kes jî birîndar bûne. 

Êrişên çekdarên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" ya nêzikî Tirkiyeyê yên li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam dikin.

Li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê di navbera HSD û komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar derdikevin dikin.

Her wiha Tirkiye jî bi dron, topbaran û balafirên şer wan deveran bombebaran dike.

Ji bo şermezarkriin û rawetandina şerê li Bendava Tişrînê bi hezaran sivîl çûne bendava Tişrînê.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî ragihand artêşa Tirkiyeyê li bendava Tişrînê sivîl rasterast bombebaran kirine.

Ferhad Şamî got, “Di encama êrişê de di nav sivîlan şehîd û birîndar hene."

Rêveberiya Xweser jî ragihand ku di encama êrişê de 4 kesan canê xwe ji dest daye û 15 kes jî birîndar bûne.

Tirkiye di van rojên dawî de êrişên xwe yên li Bendava Tişrînê zêde kirine.

15ê vê mehê jî balafirên şer ên Tirkiyeyê konvoyeke sivîlan a ku diçû Bendava Tişrînê bombebaran kiribû û di wê êrişê de jî gelek kesan canê xwe ji dest dabû.

Bendava Tişrînê

Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya nêzîkî Tirkiyeyê Şehba û Minbic kontrol kirin û niha dixwazin Bendava Tişrînê jî kontrol bikin lê şervanên HSDyê nahêlin.

Bendava Tişrînê di navbera Minbic û Kobaniyê de ye û di bin desthilata HSDyê de ye.

 Ji sînorên Bakurê Kurdistanê 80 kîlometre dûr e.

Ji sala 1999an ve elektrîka deverên Rojavayê Kurdistanê dabîn dike, bi taybetî sînorên bajarê Kobaniyê, Minbic û gundên derdora wan.

Bendava Tişrînê elektrîka Kobanî, Minbic û gundên derdorê dabîn dike û 100 megawat elektrîk berhem tîne lê berê kapasîteya wê ya giştî 600 megawat e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst