Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji ber mijê geştên esmanî hatin betalkirin.
Mija ku ji duh êvarê ve bi bandor e, vê sibehê bandora xwe zêdetir kir.
Li Amedê ji ber mijê mesafeya dîtinê daket bû û tîmên trafîkê sofêr hişyar kirin.
Li aliyê din, geştên esmanî yên ku dihatin plankirin danê sibê di navbera Amed, Enqere û Stenbolê de bên kirin ji ber mijê hatin betalkirin.
Li #Amedê mija ku ji doh êvarê ve bi bandor e, danê sibehê hêza xwe zêdetir kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 17, 2023
Li bajêr ji ber mijê mesafeya dîtinê heta 10 metreyan daket
📹Abdulselam Akinci - Rûdaw pic.twitter.com/qoj9O73Qd9
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse