Li Amedê geştên esmanî rawestiyan

28-12-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Mij Geştên Esmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, ji doh êvarî ve ji ber mijê geştên esmanî hatin rawestandin.

Li Amedê doh demjimêrên êvarî mijeke zêde çêbû û mesafeya dîtinê heta bin 400 metreyî daket.

Ji ber mija zêde û daketina mesafeya dîtinê ji doh ve hemû geştên esmanî hatin rawestandin.

Li gorî zanyariyên Saziya Keşnasiyê, bandora mijê dê îro jî berdewam bike.

Hemû geştên plankirî hatin betalkirin û li gorî rewşa hewayê dê geştên esmanî careke din dest pê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst