Li Rihayê milyonek û 276 hezar kesan serdana muzexaneyan kirine

17-10-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Geştyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên TUIKê sala 2022yan li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê milyonek û 276 hezar û 97 kesan çûne serdana muzexane û şûnwarên dîrokî.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) amarên Mîrata Çandî yên sala 2022yan eşkere kirin.

Li gor amaran li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 552 muzexane hene ku 211 ji wan ser bi Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê ne û 341 taybet in.

Herwiha 144 şûnwarên dîrokî jî hene.

Parêzgeha Rihayê jî bi şûnwarên weke Girê Miraza, Girê Keçlê, Newala Çorî û muzexaneyên ku bi hezaran berhem tê de hene bala geştyaran dikşîne.

Li Rihayê muzexaneyeke mezin a ser bi Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê û du muzexaneyên taybet hene.

Li Rihayê sala 2022yan milyonek û 276 hezar û 97 kesan serdana muzexane û şûnwarên dîrokî kirine.

Riha bi vê hejmarê li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî parêzgehên Enqere, Antalya, Denizli, Stenbol, Îzmîr, Konya û Nevşehirê di rêza 8emîn de cîh digre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst