Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevan û Serokê Komeleya Rojnamevanên Bedlîsê Sinan Aygul ragihand ku pasavanên Şaredariya Tetwanê Mehmet Emin Geylanî êrişî wî kirin. Mehmet Emin Geylanî jî dibêje ti peywendiya wî bi wê êrişê ve nîne.
Rojnamevan Sînan Aygul ku li ser hesabê xwe yê twitterê wêneyên xwe yên li nexweşxaniyê jî belav kirine dibêje ew rastî êrişa pasavanên Şaredariya Tetwanê Mehmet Emin Geylanî hatiye.
Sînan Aygul dibêje: “Demek berê li Tetwanê pasvanên çekdar ên şaredar Mehmet Emîn Geylanîn êrîşî min kirin. Kesên ku ji otomobîla şaredariyê peya bûn, êrîşî min kirin, piştî ku ji paş ve li serê min xistin, dijûn li min kirin û gef li min xwarin û gotin, ‘eger tu careke din derbarê şaredar de binivîsî, tu dê bimirî.’ Niha min dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.”
Biraz önce Tatvan'da belediye başkanı Mehmet Emin Geylaninin silahlı korumalarının saldırısına uğradım. Belediyeye ait araçtan inerek saldıran şahıslar arkamdan kafama vurduktan sonra küfredek "Bir daha başkan hakkında yazarsan geberirsin" diye tehditler ettiler. Tavan Devlet… pic.twitter.com/11Gi46Juzr
— Sinan Aygül (@sinanaygul) June 17, 2023
Li gorî agahiyên ku Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akincî bi dest xistine, îro saet derdora 15.30an de dema ku Sînan Aygul ji navenda bijîşkê diranan derdikeve rastî êrîşê hatiye.
Bi gotina Akincî Pasvanê şaredar û karmendekî şaredariyê êrîş kirine û di vê êrişê de hestiyê ber çavên Aygun şikestiye û ew bi servîsa cerahîya plastîk hatiye veguhestin.
Daxuyaniya şaredar
Şaredariya Tetwanê Mehmet Emin Geylanî jî bersiv da û dibêje ti eleqeya bi wê êrişê ve nîne.
Mehmet Emin Geylanî li ser hesabê xwe yê Tiwitterê gotiye: “Tu eleqeya min bi bûyera îro ya bextreş re tune ye. Bûyer ji ber nakokiya di navbera kesan de derketiye û em vê yekê napejirînin. Ez silavên xwe ji Sînan Aygul re dişînim û jê re dibêjim derbasî be. Der barê karmendên Şaredariyê yên tê gotin ku tevlî bûyerê bûne de me lêpirsîna îdarî da destpêkirin.”
Bugün yaşanan talihsiz olay ile hiçbir ilgim bulunmamaktadır. Yaşanan olay, şahıslar arasında yaşanan tasvip etmediğmiz bir tartışmadan kaynaklanmıştır. Sinan Aygüle geçmiş olsun dileklerimi iletiyorum. Olayda ismi geçen Belediye personeli ile ilgili de idari soruşturmayı… pic.twitter.com/WtL18EcShZ
— Mehmet Emin GEYLANİ (@EminGeylani) June 17, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse