Hewlêr (Rûdaw) – Li Tetwanê êrişî Alîkarê Serokê Şaredariya Tetwanê Necdet Okmenê AK Partiyî hat kirin.
Okmen di vê êrişê de birîndar bû.
Bûyerê derdora 12:15an li Taxa PTTyê ya Tetwanê rû da.
Xizmên wî ji ber nakokiyên di navbera wan de, Necdet Okmen rawestandiye.
Piştî ku nîqaşa di navbera wan de gur bûye, xizmên wî bi dar, kevir, kêr û çekan êrişî Okmen kiriye.
Tîmên tenduristiyê Okmenê ku di vê êrişê de hatiye birîndarkirin rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.
Hat zanîn ku rewşa wî ya tenduristiyê baş e.
Li hêla din, hêzên ewlehiyê li derdora nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê wergirtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse