Rûsyayê 34 zarok ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandin

16-10-2023
RÛDAW
Nîşan Rûsya Rojavayê Kurdistanê Malbatên DAIŞiyan Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsera Serokatiya Rûsyayê ragihand ku wan 34 zarokên di kampên DAIŞiyan de diman, ji Rojavayê Kurdistanê vegerandine.

Li gorî Komîsera Serokatiya Rûsyayê ya Karûbarên Zarokan Maria Lvova-Belovayê, temenê zarokên ku hatine vegerandin di navbera 4-16 salî de ne.

Herwiha hat diyarkirin ku li Rûsyayê malbatên ku dixwazin bi van zarokan re eleqeder bibin hene.

Maria Lvova-Belovayê herwiha diyar kir ku “ji bo berdewamiya hevkariya mirovî” ew spasiya rayedarên Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser dikin.

Li gorî rayedaran, ji aliyê personelên tenduristiyê ve muayeneya destpêkê ya zarokan hatiye kirin.

Li Rûsyayê jî ji bo tedawiyeke berfireh amadekarî hatine kirin.

“Ji bo vegerandina 150 zarokan jî belge amade ne”

Komîsera Serokatiya Rûsyayê ya Karûbarên Zarokan Maria Lvova-Belovayê li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand:

“Em dê xebatên xwe berdewam bikin. Ji bo vegerandina 150 zarokên din jî belge amade ne.

Ji bo zarokan derfetên fêrbûn, pêşketin, atmosfera malê û wekî din tên dayîn.

Ji bo her zarokekî li welatê wan derfetên jiyaneke baştir tê dayîn.”

Bi hezaran zarokên biyanî yên ku dayik û bavên wan DAIŞî ne, li kampên Roj û Holê yên li Rojavayê Kurdistanê dijîn.

Sala 2014an nêzîkî 4 hezar û 500 Rûsî tevlî DAIŞê bûn.

Moskowê, ji sala 2018an ve bi sedan Rûsyayî vegerandine welatê wan.

Li Kampa Holê zêdetirî 50 hezar û li Kampa Rojê jî bi hezaran DAIŞî û malbatên wan dimînin.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji bo vegerandina DAIŞiyên çend caran daxuyanî dan lê bi hinceta ewlehiyê gelek dewlet wan daxuyaniyan piştguh dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst