MÊRDÎN - Nîşana zarokên 8-9 salî bû sedema bertekan

16-10-2023
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Qoser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li naçveya Qoserê ya Mêrdînê nîşana zarokên 8-9 salî bû sedema bertekan.

Li taxa Selahattên Eyûbiyê ya Qoserê ji bo keçeke 8 salî û pismamê wê yê 9 salî di navbera malbatan de merasîmeke nîşanê hat lidarxistin.

Di merasîmê de gustilk xistin tiliyên her du zarokan.

Piştî ku dîmen li ser medyaya civakî belav bûn Rêveberiya Malbat û Xizmetên Civakî ya Parêzgehê lêpirsîn da destpêkirin.

Parêzgariya Mêrdînê derbarê nîşankirina du zarokan daxwiyaniyek belav kir,

Parêzgariyê ragihand ku wan ferman daye ku ev bûyer bê lêkolînkirin û her du zarok jî xistine bin parastinê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst