Rastiyên pîlotê ku Helebçe kîmyabaran kiribû çi ne?

16-08-2023
Nîşan Helebçe Kîmyabaran Tariq Îbrahîm Remezan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka Serok Mesûd Barzanî ya bi navê “Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Gelê Kurdistanê” cih dide Rastiyên pîlotê ku Helebçe kîmyabaran kiribû.

Pîlotê Îraqî yê bi navê Tariq Îbrahîm Remezan hem Helebçe kîmyabaran kiriye hem jî gelek cihên cuda yên Kurdistanê bombebaran kirine.

Serok Barzanî, di bergê 6an ê pirtûka xwe ya bi navê Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Gelê Kurdistanê de rastiyên Tariq Îbrahîm Remezan bi belgeyan eşkere dike.

16ê Adara 1988an Helebce hatibû kîmyabarankirin û di encama vê êrişa hovane de herî kêm 5 hezar sivîlan canê xwe ji dest dabû, 10 hezar sivîl jî birîndar bûbûn.

Tariq Îbrahîm Remezan yek ji wan pîlotan bû ku wan Helebce kîmyabaran kir.

Li gorî agahiyên di pirtûka serok Barzanî de navê vî pîlotî yê timam Tariq Îbrahîm Remezan Bekir e û herwiha bi navê Ebû Ziyad jî tê naskirin.

Tariq Îbrahîm Remezan, sala 1958an li Kerkûkê hatiye dinê, ji eşîra Ezawî ya Ereb û Sunî ye.

Tariq Îbrahîm Remezan 3yê Kanûna Paşîn a 2005an li Kerkûkê hatiye girtin.

 Pirtûka Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Gelê Kurdistanê li gorî mikurhatinên Tariq Îbrahîm Remezan, cih dide van agahiyan:

- Dibistana Bala ya Hewayê 6ê Kanûna Paşîn a 1981ê bi pileya serfermandar qedandiye.

- Ji bo ku fêrî bikaranîna balafira “Mirage F-1”ê bibe sala 1982yan bi 5 efserên din re çû Fransayê.

- Di nav wan 6 pîlotan de bû ku Helebçe kîmyabaran kir.

- Pîlotê balafira “Mirage F-1”ê bû û wî balafirên ku gazên kimyayî vediguhestin diparastin.

- Ew û pîlotê bi navê Welid Xalid ji Balafirgeha Mûsilê bi rê ketin, wan Helebçe kîmyabaran kir û vegeriyan cihê xwe.

- Ji bo kîmyabaranê 4 balafirên Sukhoi hatin bikaranîn.

(Îraqê ev balafirên Rûsan di şerê bi Îranê re yê ku ji 22yê Îlona 1980yî heta 20ê Tebaxa 1988an ajot de jî bi kar anîn û gelek caran Kurdistan bi van balafirên Sukhoi yên Rûsan bombebaran kir.)

- Van her 4 balafiran, Helebçe bi fermandariya fermandarên bi navên Evdilkerîm û Mihemed Mezlûm kîmyabaran kir. Rejîma Beasê piştre Mihemed Mezlûm daleqand.

- Tariq Îbrahîm Remezan, piştî Helebçeyê bajarên Merîwan û Mehabadê yên rojhilatê Kurdistanê û hinek bajarên Îranê jî bombebaran kirin.

Sedam ew xelat kir

- Li Kurdistan û Îranê beşdarî 250 êrişên hewayî bû Sedam Hiseyn ew xelat kir.

- Sala 1996an bi pileya fermandar/pîlot teqawid bû.

Celal Talebanî fermana berdana wî da

Li ser Tariq Îbrahîm Remezan nivîsek çûye Sekreteriya YNKyê. Ev nivîs bi îmzeya Celal Talebanî ye û tê de wiha tê gotin:

“Silav Kak Dana, ev, tawanbarekî şer e û li hemberî rejîmê şahidekî baş e.”

Li gorî vê belgeya destxet, Tariq Îbrahîm Remezanê ku li Silêmaniyê di girtîgeha Asayîşê de bû bi fermana Celal Talebanî serbest hatiye berdan.

Di vê belgeya destxet de ev nivîs heye:

“Kak Nizarê ji sekreteriyê 25ê Çiriya Pêşîn a 2007an bi emirê Mam Celal telefon kir û wî xwest ku Tariq Îbrahîm Remezan bi kefaletê serbest were berdan.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst