10 sal bendemayîn: Parlamentoya Îraqê deng li ser parêzgehbûna Helebçeyê dide

14-09-2023
RÛDAW
Helebçe
Helebçe
Nîşan Helebçe Parêzgehbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî xwendina yekem û duyem, Parlamentoya Îraqê dê reşnivîsa yasaya parêzgehbûna Helebçeyê pesend bike.

10 sal berî niha Nêçîrvan Barzaniyê ku wê demê Serokwezîra Herêma Kurdistanê bû, ji bo parêzgehbûna wî bajarê ku wekî semboleke qurbanîdana gelê Kurdistanê tê naskirin, gav avêt.

24ê Kanûna Paşîn a 2013an naveroka projeyasaya bi nivîsa hejmara 12034an pêşkêşî Serokwezîrê wê demê yê Hikûmeta Îraqê Nûrî Malikî kir.

Lê nakokî û astengiyên wê demê reşnivîs û parêzgehkirina Helebçeyê sekinand.

“Helebçe ji bo me sembol e”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotibû:

“Helebçe ji bo me sembola mezlûmiyeta gelê Kurdistanê ye.”

Helebçe yek ji navçeyên herî kevn ên Îraqê ye. Dîroka parêzgehkirina wê vedigere sala 1889an. Wate berî damezrandina Îraqê.

Tora Medyayî ya Rûdawê rewşa parêzgehkirina Helebçeyê ji nêzîk ve dişopand û ji mijarê dûr neketibû.

Rûdawê, 3yê Kanûna Paşîn a 2023yan ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî daxwaza bersivê kir.

“Helebçe hêjayî gelek tiştan e”

Serokwezîrê Îraqê Mihemmed Şiya Sûdanî anî ziman:

“Hikûmet li ser biryara miamelekirina bi Helebçeyê re wekî parêzgeheke Îraqê rijd e.

Ji ber ku Helebçe hêjayî gelek tiştan e ku em jê re  bikin. Li ser me erk e piştevaniya wê û niştecihiyên wê bikin.

Wan qurbanî dan û xwîneke zêde bexşî. Em dê di qonaxên bê de kar li ser wê biryarê bikin.”

13ê Adara 2023yan Encûmena Wezîran a Îraqê biryara parêzgehbûna Helebçeyê pesend kir.

Piştî vê biryarê Helebçe dibe 19emîn û parêzgeha herî biçûk a Îraqê ji aliyê rûber û nişteciyan ve.

Piştî parêzgehbûna Helebçeyê, Hikûmeta Îraqê wezaret û saziyên xwe di warê yasayî, îdarî û darayî de pabend dike.

Di nav wan de vekirina saziyan, deriyên sînorî û veqetandina budçeyê ku di nav de budçeya geşedanê jî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst