Serok Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ji hemû çek, komkujî û tawanan bihêztir e

16-04-2024
Nîşan Serok Barzanî Kîmyabaran Salveger Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ji bo salvegera 37an a kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got, “Îradeya gelê Kurdistanê ji hemû çek û komkujî û tawanan bihêztir e.”

Rejîma Sedam Husên sala 1987an gundên Balîsan û Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê kîmyabaran kirin.

Di vê kîmyabaranê de herî kêm 200 kesî canê xwe ji dest da.

Gelek kesên ku ji vê êrişê sax filitîne jî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikarin bi başî bijîn.

“Silav li giyanê pak ê şehîdên Kurdistanê”

Serok Mesûd Barzanî ji bo salvegera 37an a vê kîmyabaranê peyamek belav kir û got:

“Îradeya gelê Kurdistanê ji hemû çek û komkujî û tawanan bihêztir e.

Di salvegera 37an a tawana kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê de ku ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve hatiye kirin, hezaran silav ji bo giyanê pak ê şehîdên wê tawanê û hemû şehîdên Kurdistanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst