Li Agiriyê zarokê 12 salî di çem de xeniqî

08-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Agirî ÇEm Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Giyadînê ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 12 salî dema xwest ajelên xwe di nav Çemê Mûradê re derbas bike ket nav avê û canê xwe ji dest da.

Li gor agahiyan doh Înê li navçeya Giyadînê ser bi parêzgeha Agirî zarokê 12 salî bi navê Erselan D. ku welatiyê Îranê bûye dema xwestiye ajelên xwe di nav çem re de derbas bike ketiye nav avê û wenda bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û rizgarkirinê çûn cihê bûyerê û dest bi lêgerîna zarok kirin.

Piştî demekê termê wî zarokî ji aliyê tîmên binavger ên girêdayî Rêveberiya Emnî ya Wanê ve hat derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst