GEVER - Gundekî mînaka bihevrejiyanê: Dêlezî

16-06-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Keriyê pez ê Dêleziyê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Keriyê pez ê Dêleziyê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Dêleziyê Gever Cejna Qurbanê Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li gundê Dêleziyê yê Geverê gundî qurbaniyên xwe bi hev re ser jê dikin û wekî pişka xêrê li hevdû belav dikin û ev çanda wan bi salan e berdewam dike.

Di cejn û eydan de parvekirin û piştgirîdayîna der û ciranan taybetiyeke qedîm a Kurdan e.

Yek ji taybetiyên cejnan ew e ku xelk alîkariya hevdû dike û li gundan goştê qurbaniyan li xelkê hejar tê belavkirin.

80 serî pez hat serjêkirin

Li gundê Dêleziyê yê Geverê zêdetirî 200 salî ye ku ev kevneşopî hatiye parastin.

Her sal di Cejna Qurbanê de gundiyên Dêleziyê qurbaniyên xwe bi hev re ser jê dikin û ji bo hemû xelkê gundî wekî pişka xêrê belav dikin.

Li vî gundî 80 serî pez wekî qurbanî hatiye serjêkirin û li xelkê hatiye belavkirin.

Bav û bapîrên me qurbanî wisa belav kirine

Muxtarê Gundê Dêleziyê Ekrem Mihcî behsa kevneşopiya belavkirina qurbaniyan kir û wiha got:

“Di dema xwe de bav û bapîrên me berdewam qurbanî bi vî şeklî belav kirine.

Em ferqê naxin navbera dewlemend û hejaran. Her kes digihê para xwe û para xwe distîne.

Heta hinek kes ji Geverê tên, em goştê qurbaniya didin wan jî.”

“Li gund 170 malbat hene”

Li vî gundî 170 malbat dijîn û gundî di roja yekem a cejnê de qurbaniyên xwe bi hev re ser jê dikin û goştê wan têkel dikin û wekî pişka xêrê ya bereketa cejnê digehe hemû malan.

Gundiyê bi navê Nedîm Ozdemîr jî eşkere kir ku her kesek li ber deriyê xwe qurbana xwe ser jê dike.

Li meydana gund jî goşt tê komkirin, amadekirin û ji bo her malekê wekî pişk tê belavkirin.

“Goşt li meydanê tê komkirin û li malan tê belavkirin”

Gundiyê bi navê Talîp Alkan jî behsa belavkirina goşt a li xelkê kir û wiha got:

“Ferqa me ya rojên eydê bi cihên din re heye. Pişkên me yên qurbanê tenê ne ji bo malekê ne, em hemû goştên qurbaniyan kom dikin û li cihekî û ciwanên gund alikariya hevdû dikin.

Goşt hemû tê amadekirin û bi mêzênan tê kêşan û ji hemû malbatên gund re tê şandin. “

Colemêrg û navçeyên wê yên wekî Gever, Şemzînan, Çelê û Rûbarok û gundên devrûberê li Bakurê Kurdistanê cihên taybet in.

Gelek kevneşopî reseniyên qedîm ên cejnê zindî mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst