Li Geverê minîbusek wegeriya: 3 xwendekar birîndar bûn

22-12-2023
RÛDAW
Nîşan Gever Colemêrg Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê minîbusek wegeriya û 3 xwendekar birîndar bûn.

Minîbusa ku xwendekar tê de bûn li nêzîkî gundê Pagê ji kontrolê derket û wegeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê 3 xwendekarên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst