ŞIRNEX – Komeke siruşthez li Zozanê Faraşînê kamp danîn û cejn pîroz kir

16-06-2024
RÛDAW
Nîşan Faraşîn Şirnex Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Şirnexê komeke siruşthez ku roja ewil a Cejna Qurbanê çûn Zozanê Faraşînê li hemberî dîmena bêhempa ya gola Çalyanê konên xwe vedan û kamp danîn û cejn û pîroz kir.

Zozanê Faraşînê ya li navçeya Elkê ya Şirnexê bi hatina biharê re siruşthezan diezimîne.

Li Feraşînê  gola Çalyanê ya ku raqima wê 3 hezar û 200 e, yek ji wan cihan e ku siruşthe herî zêde diçin wir.

Konên xwe vedan û kamp danîn

Li Şirnexê komeke siruşthez jî Cejna Qurbanê li zozanê Feraşînê pîroz kir.

Siruşthez li hember dîmena bêhempa ya gola Çalyanê konên xwe vedan û kamp danîn, pêşî taştê xwarin paşê jî goştê bi xwe re anîn pehtin.

Siruşthez li gola Çalyanê di nav dîmenên bêhempa yên zozanê Feraşînê de çayên xwe vexwarin.

Siruşthez Rêber Yumak diyar kir ku ji navenda Şirnexê çûne gola Çalyanê û wiha axivî:

"Em bi hevalên xwe re ji bo cejnê hatin vir. Me melzemeyên xwe yên taştê û goştê xwe anîn vir.

Me xwest ku cejna xwe li vir derbas bikin. Cara ewil e ku em di cejnê de tên vir.

Zozanê Faraşînê gelekî xweşik e, hênik e û çar demsalan şîn e.

Em hêvî dikin ku li vir wextê xwe xweş derbas bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst