Sekreterê nû yê PDK-Sê ji Rûdawê re: Em dê daxwazên Kurdan xurt bikin heta ku bigihêjine mafên xwe yên rewa

16-06-2023
RÛDAW
Sekreterê nû yê PDK-Sê ji Rûdawê re: Em li ser yekrêziya mala Kurdî rijd in
Sekreterê nû yê PDK-Sê ji Rûdawê re: Em li ser yekrêziya mala Kurdî rijd in
Nîşan PDK-S Mihemed Îsmaîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daxuyaniya dawî ya 12emîn Kongreya PDK-Sê hat xwendin û piştî wê Sekreterê nû yê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl gotarek pêşkêş kir û got, "Em pabend in bi pê ew daxwazên di singa Kurdan de gur û xurt bikin heta ku miletê me bigihêje mafê xwe yê rewa."

Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) di rojên 10 û 11ê vê mehê de kongreya xwe ya 12emîn li Hewlêrê li darxist, ji bilî hilbijartina 29 kes ji bo komîteya navendî, Mihemed Îsmaîl jî weke sekreterê wê partiya hat hilbijartin.

Sekreterê nû yê Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl îro Înê 16ê Hezîrana 2023an beşdarî bultena Rûdawê bû û eşkere kir ku ew dixwazin partiyê vejînin.

Sekreterê nû yê Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl got, “Kongreya 12emîn a PDKSê qonaxeke nû ye ji bo vejîn û destpêkirina xebateke nû. Xebateke ku hinek guhertinên rêxistinî û her wiha ku ciwan, xort û jin bi awayekî nû dest bi kar bikin. Projeya me her projeya neteweyî ya Kurdî ye, helwesta me helwesta neteweyî ya Kurdî ye. Her wiha ENKS destkefteke miletê me ye, berdewam in û pabend in bi pê ew daxwazên di singa Kurdan de gur û xurt bikin heta ku miletê me bigihêje mafê xwe yê rewa.”

Mihemed Îsmaîl li ser guhertinên ku hatine kirin jî got, “Rêjeya jinan hate zêdekirin û ya ciwanan. Karmendên nû weke serkirdayetî û endamên mekteba siyasî yên nû hatine diyarkirin. Hinek peyrewên nû li ser sîstema navxwe ya partiyê hatin guhertin û zêdekirin. Ev axavtinên ku me kirine em dixwazin wan bikin kiryar û li qadê em hewl bidin di nav rêxistinên xwe de xebateke çalaktir bikin.”

Sekreterê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl kî ye?

Mihemed Îsmaîl sala 1958an li gundê Siwêdiyê yê Dêrikê ji dayik bûye û sala 1976an bûye endamê PDK-Sê. Mihemed Îsmaîl di sala 1980 beşa kîmyayê li Zanîngeha Şamê temam kiriye.

Mihemed Îsmaîl di kongreya 8an a PDK-Sê de bû endamê Komîteya Navendî, di kongreya 9an a 2002an de bû Endamê Polîtburoya PDK-Sê. Mihemed Îsmaîl di kongreya 11emîn a PDK-Sê de bû sekreterê polîtburoya PDK-Sê. Mihemed Îsmaîl bavê 3 kur û keçekê ye, li Qamişloyê dimîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst