HDP: Hewl didin li Erzeromê encaman biguherînin

16-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 HDP Erzerom Mehmet Ruştu Tîryakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê HDPê yê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Mehmet Ruştu Tîryakî da zanîn ku dengên hinek sindoqan rast neketine sîstemê û di destên wan de zanyarî hene ku li Erzeromê girtîname xelet hatine nivîsandin.Tiryakî derbarê hewldanên dizîna encamên hilbijartinê got “Em dibihîzin ku MHP’ê hewl dide encamên hilbijartinê li Erziromê biguherîne. Ji niha û pê ve em ê her hewldana dizîna encamên hilbijartinê pûç bikin.”

Hevrikiya hilbijartina serokomariyê derbasî gera duyemîn bû û nîqaşên li ser hejmartina dengan berdewam dikin.

Nûnerê HDP'ê yê YSK'ê Mehmet Rûştû Tiryakî der barê hilbijartinê de ku îtîraza wê saet di 17.00'an de bi dawî bibe axivî û diyar kir ku gelek girtîname xelet ketine ketine sîstemê.

Tiryakî diyar kir ku dengên di hin sindoqan de rast ketine sîstemê û got “Ji 14’ê Gulanê û vir ve bi sedan hevalên me li ser vê daneyê dixebitin. Newekheviyan didin ber hev. Ji bo ev bên sererastkirin em îtirazên xwe dikin.”

“Em parêzgarê Colemêrgê hişyar dikin”

Çend xalên ku di daxuyaniya Tiryakî de derketine pêş wiha ne:

“Piştî ku dengên derve lê hatin zêdekirin, li Colemêrgê ji sêyan me her sê parlamenteran bi dest xistin. Di derbarê vê de îtiraz hene. Helbet her partî dikare îtiraz bike. Lê li Colemêrgê tiştek din tê kirin. Piştî vê demjimêrê her tiştê ku bê kirin dê bê wateya ku li Colemêrgê hilbijartinê didizin. Em rayedarên herêmî, parêzgarê Colemêrgê hişyar dikin. Hûn ne nûnerên AKPê yên siyasî ne. Em vê red dikin. hûn dê qet bi ser nekevin.

“Li Erzeromê hewl didin encaman biguherînin”

Li gorî encamên ne fermê yên YSK yê li gorî daneyên ji sedî sed ku YSK’ê bi partiyên siyasî re parve kir û li gorî encamên hemû sindoqan Meral Daniş Beştaş wek parlamentera Erzeromê hatiye hilbijartin. Em li bendê ne ku mazbataya xwe bistîne. Lê belê em dibihîzin ku MHP û bi mixabinî ez dibêjim yek ji şirîkên Tifaqa Millet, hewl didin encamên hilbijartinê li Erzeromê biguherînin. Em hêvîdar in ku Hevpeymaniya Millet ne beşek ji vê komployê be.

Li hemberî vê hemû amadekariyên me hene. Girtînameyên bi îmzeyên şil ên Erzeromê di destên me de ne. Ji niha û pê ve jî em ê her hewldana dizîna encamên hilbijartinê pûç bikin. Di destên me de dane hene ku nîşan didin ku gelek encamên sindoqan xelet hatine nivîsandin. Ji 14’ê Gulanê û vir ve bi sedan hevalên me li ser vê daneyê dixebitin. Newekheviyan didin ber hev. Ji bo ev bên sererastkirin em îtirazên xwe dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst