Li Sine hejmareke girtiyên siyasî tên azadkirin

16-04-2021
RÛDAW
Nîşan Sine Rojhilatê Kurdistanê Zindan Girtiyên Siyasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryare heya dawiya meha Remezanê, hejmareke girtiyên siyasî yên parêzgeha Sine bikevin ber lêborînê û bên azadkirin.

Rêveberê Giştî yê Zîndanên Sine Mirad Fethî ragihand, Rêveberiya Dadê li wê parêzgehê biryar daye heya dawiya meha Remezanê û berî cejnê, hejmareke zindaniyên siyasî azad bike.

Bi gotina Mirad Fethî, desthilata Dadweriya Îranê projeyek bi navê guhertina dadwerî ragihandiye û li gorî wê projeyê, zîndaniyên siyasî wê azad bibin.

Mirad Fethî dibêje jî, di lêborîna giştî ya Rêberê Îranê de, ku heyamek beriya niha ragihandbû, 100 girtiyên siyasî jî hatibûn azadkirin, ku 30 kes ji wan Kurd bûn, 4 yên parêzgeha Sine bûn.

Di dema serdana Serokê Desthilata Dadweriya Îranê, Îbrahîm Reîsî de bo parêzgeha Sine, hejmareke kesayetiyên wê parêzgehê daxwaz kirin, girtiyên siyasî bihên azadkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst