Nêçîrvan Barzanî: Silav bo giyanê şehîdan

16-04-2020
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Dola Xoşnawetî Balîsan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê, di salvegera kîmyabarana Balîsan, Şêx Westanan û Dola Xoşnawetî de ragihand, “Silav ji bo giyanê pak a şehîdên nemir” û ew êriş weke destpêka tawanên kîmyabaran Beas li Kurdistanê, bi nav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di salvegera kîmyabarana rejîma Beas li ser Balîsan, Şêx Westanan û Dola Xoşnawetî, li hejmara xwe ya Facebookê, peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di wê peyama xwe de dibêje, “Silav ji bo giyanê pak a şehîdên nemir ên kîmyabarana Balîsan, Şêx Westanan û Dola Xoşnawetî ku berî 33 sal, di 16.04.1987an bûne qurbaniyên destpêka tawanên kîmyabarana Beas li Kurdistanê. Bi rêz û rûmet wan bibîr tînin, silav li malbat û kesûkarên serbilind.”

Demjimêr 6ê êvariya roja 16.04.2087, rejîma Sedam Husên bi çekên kîmyayî herdu gundên Balîsan û Şêx Westanan bombebaran kir. Heta niha zêdetir ji 200 kesan ji ber karîgeriyên çekên kîmyayî, canê xwe ji dest dane.

Nahiyeya Balîsan ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ye, çendîn gund li sînorê vî bajarokî hene û ser bi qezaya Şeqlawa ve ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst